Selami Küçükoğlu,Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Aykut Temur,Cüneyt Çelik
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê ji ber sir û seqemê qismekî çem û robaran qerisîn.
Li Erziromê bişev germa hewayê 11 pile di binê sifirê da hat pîvan, şadirwanên hin mizgeftan û der û dora kaniyên dîrokî yên kuçeyan cemed girtin.
Ji ber sir û seqemê camên wesayît û hin mal û kargehan qeşa kişandin.
Qalindahiya berfê li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 21, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî 10 santêm hat pîvan.
- Agirî
Li Agiriyê di sir û seqemê da rûyê Çemê Mûradê û rûyê robaran cemed girt.
Li bajêr camên kargehan qeşa kişand, hin welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê bişev germa hewayê di binê sifirê da 18 pile hat pîvan, di sir û seqemê da rû û peyarêyan cemed girt.
Piraniya rûyê Çemê Kurayê cemed girt.
- Qers
Li Qersê di sir û seqemê da gelek robar û golên piçûk qerisîn.
Li ser dar û beran qiravî çêbû, hin welatiyan li wesaytên xwe betanî wer kirin.