Metin Tokgöz,Zafer Arslan,İlyas Kaçar,İrem Demir
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Stenbolê mij û dûman dewam dike.
Bi taybetî li Tengavê û herêmên dora peravê mij û dûman tesîrê li ser trafîka behrê û rêbejayê dike.
Welatiyên diçin ser karên xwe bi zehmetî wesayîtên xwe dajon.
Li ser rêbejeya D-100î ya Taxa Anadoluyê, li Bostanci, Goztepe, Kozyatagi, Kartal, Maltepe û Uskudarê mij û dûman zêde ye.
Masîvanên ku çûn Sariyer û Beşîktaşê ku masiyan bigirin jî di nav mij û dûmanê da masiyan digirin.
Seferên keştiyan yên Beykoz-Sariyer, Emînonu-Rumelî Kavagi, Çubuklu-Îstinye (Arabali), Aşiyan-Anadolu Hîsari-Kuçuksu û Aşiyan-Uskudarê hatin betalkirin. Di seferên din da jî derengmayîn û betalbûn çêdibin.
Hatin û çûyîna li ser Tengava Stenbolê duh ji hêla Midûriya Giştî ya Ewlehiya Peravê va hatibû rawestandin. Ji ber ku mij û dûman hê heye hatin û çûyina li ser tengavê hê dest pê nekir.