Muhammed Gencebay Gür
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2023
Li Stenbolê ji ber mij û dûmanê şofêr bi zehmetî wesayîtên xwe dajon.
Mij û dûmana ku duh serê sibê li Tengava Stenbolê dest pê kiribû li tevahiya bajêr belav bû.
Bi taybetî li navçeyên dora peravê yên wek Beykoz, Umraniye, Kadikoy, Sariyer, Beşîktaş û Uskudarê û hin navçeyên din yên wek Çekmekoy, Sultanbeylî, Sancaktepe, Kagithane, Fatîh û Beyogluyê mij û moran zêde ye.
Xeta Bajêr der barê seferên keştiyan da daxuyanî da û wiha got: "Ji ber rewşa hewayê (mij) seferên me yên Tengavê yên çûyîn û hatinê, Beykoz-Sariyerê nikarin çêbibin. Di seferên me yên din da jî derengmayîn û betalbûn çêdibin."
Hatin û çûyîna li ser Tengava Stenbolê duh ji hêla Midûriya Giştî ya Ewlehiya Peravê va hatibû rawestandin.