Elif Irmak
30 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Yusuf Aslanliyê 22 salî yê ku li Kozluka navçeya Batmanê dijî li 2900 mêtro bilindahiyê mêşvaniyê dike.
Bi piştgiriya Qaymeqamtiya Kozlukê û Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê di van demên dawîn da li zozan û quntarên çiyayên navçeyê yên xwedî florayeke dewlemend hilberîna hingivê organîk belav bû.
Mêşvanên ku di nav gelek kulîlk û nebatên endemîk da hilberîna hingiv dikin wextê xwe piranî li zozanan derbas dikin û bi hesasiyeteke mezin li mêşên xwe dinêrin.
Ji ber ku şilî zêde bû mêşvan li bendê ne ku di hilberînê da rekolte zêde bibe û Yusuf Aslanli jî yek ji van mêşvanan e.
Aslanli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Ewlehî û Tenduristiya Kar a Zanîngeha Kirklaerliyê mezûn bû û dema xwendkar bû kesên ku nêzî zeviyên gulberojkan mêşvanî dikirîn dît û bala wî kişand.
Aslanli behs kir ku piştî mezûnbûnê bi teşwîqa mamosteyên xwe û piştgiriya malbata xwe biryar da ku mêşvaniyê bike û diyar kir ku ji hevalên xwe yên endezyarê zîreatê agahî hildan û di encama lêkolînê da dest bi mêşvaniyê kir.
Aslanli got ku li Kozlukê 2900 mêtro bilindahiyê mêşvaniyê dike û wiha axivî:
"Em ji navenda bajêr biqasî 40 kîlomêtro rê derdikevin. Bi piştgiriya qaymeqamtiya me rê hat çêkirin. Herêm ji hêla cureyên nebatan va dewlemend e. Înşellah em îsal li bendê ne ku ber û bereket zêde be. Em li vir hingivê newaze derdixin. Armanca min ew e ku ez hingivê herêma me li Tirkiye û dinyayê bidin nasîn."
Aslanli got ku bi piştgiriyên li herêmê hat pêkanîn sektora mêşvaniyê her sal pêş dikeve.