Li gundê Orensuyê çend roj berê 7 kes bi çekan ve hatibûn kuştin. Ji bo vê bûyerê jêpirsîn hatibû destpêkirin û Y. T, M. T, M. T û A.M tevahî 4 kes piştî ku jêpîrsîna wan hat kirin derxistin pêş dozgeriyê.
Kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin ji bo ku bên girtin şandin dadgehê. Li wir 4 kes hatin girtin.
Li gundê Orensuyê êrîşek çêbibû û di êrîşa biçek de Bîlal Efe, Sultan Efe, Selîme Efe, Şadiye Tunla, Mehmet Tunla û Leyla Guneş, Osman Şen hatibûn kuştin.