Jiyan

Li Bîngolê ji bo mexdûrên erdhejê avakirina konteyneran dest pê kir

Li Bîngolê seba mexdûrên erdhejê malên konteyner tên avakirin.

İbrahim Atmaca  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 30.06.2020
Li Bîngolê ji bo mexdûrên erdhejê avakirina konteyneran dest pê kir

Bingöl

Li Bîngolê seba mexdûrên erdhejê malên konteyner tên avakirin.

Di 14ê hezîranê da li Karliovaya navçeya Bîngolê bi lerza 5,7ê erd hejiyabû û di erdhejê da Cengiz Pulluyê parêzvanê ewlehiyê şehîd bûbû, 35 kes jî birîndar bûbûn. Piştî erdhejê vir va ji bo pêçandina birînan xebat didomin.

Di çarçoveya xebatan da konteyner sewqî herêmê kirin û ji konteyneran 34 dan gundê Elmaliyê, 6 dan gundê Dînarbeyê, 4 dan gundê Kayapinarê, 14 konteyner li navenda Yedîsuyê û 10 jî li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a Kaynarpinarê hatin avakirin.

Konteyner di kordînasyona AFADê da anîn herêmê û Îdareya Taybet a Bajarê Bîngolê jî konteyner ava kirin. Her wiha li herêmê 7 konteynerên serşokê û 7 konteynerên daşirê jî hatin avakirin.

Mixtarê Gundê Elmaliyê Metîn Kulug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, her çend demeke kin ser erdhejê ra derbas bûbe jî xebat bi lez û bez didomin.

Kulug diyar kir, Heyva Sor a Tirk û sazî û sazûmaniyên dewletê ji bo pêçandina birînan seferberî îlan kir û wiha dewam kir:

"Di erdhejê da ji bo welatiyên me yên ku malên wan xerab bûne, malên konteyner anîn. Heta ku malên wan werin çêkirin, wê di van konteyneran da bijîn. 176 mal û axûran xesareke giran hilda. Gelek avahî xerab bûn, lê heke wiha here gundê me wê ji berê xweştir bibe. Ez pir spasiya dewleta me dikim."

- "Me kêmasiya dewletê hîs nekir"

Ji şêniyên gund Cemal Adibelî jî diyar kir ku piştî erdhejê jiyana wan normal bû, ew ji bo debara zivistanê ya heywanan dixebite.

Adibelî bi bîr xist ku şeva erdhejê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û wezîr hatin gund û wiha dewam kir: "Dewlet timî bi me ra bû, guh da derdê me, birînên me pêça. Me kêmasiya dewletê hîs nekir, em spasdarê wan in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın