Li gor agahiyan cinazê Leyla Guneş (15), Selîme (30), Bîlal û Sultan Efe (18), Sadîye Tunla, Mehmet Tunla û Osman Şen (11) piştî otopsiya wan a Tipa Adlî ya Diyarbekirê ji bo ku defin bikin, birin Goristana Aydinkonak a Batmanê.
Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak û Serokê Şaredariya Mezin a Batmanê Sabrî Ozdemir hatin nexweşxaneyê û serxweşî dan malbatên ku eqrebeyên wan mirin.
Kişanak li ber dilê jinên digrîn û şînê dikin hat û hewl da ku ew aram bibin.