Mehmet Niyazi Deniz
11 Gulan 2022•Rojanekirin: 11 Gulan 2022
Midûriyeta Bajêr a AFADê daxuyanî da û ragihand ku li Zozanê Çemîkarê ya ser gundê Gokbudaka li ser navçeya Perwariyê malbateke koçer a ji 10 kesî pêk dihat di nav berf û pûkê da mehsûr ma.
Ji şêniyên malbatê Rasîm Esmer ji rayedaran alîkarî xwest û li ser hewarê ekîbên cendirme, AFAD û UMKEyê sewqî herêmê hatin kirin.

Ji ber berf û pûkê 36 mî mirar bûn û malbata li herêmê mehsûr mabû jî ji alî ekîban va hat xilaskirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Perwariyê.
Hat ragihandin ku rewşa endamên malbatê baş e.