Jiyan

Ava berf û baranê bi kêrî Bendava Patnosê hat

Abdullah Söylemez  | 11.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Ava berf û baranê bi kêrî Bendava Patnosê hat

Ağrı

 Li Patnosa navçeya Agiriyê ava Bendava Patnosê ya ku par qismeke wê ziha bûbû îsal ji ber berf û baranê zêde bû.

Sala par ji ber ku baran kêm barî û hişkayî çêbû ava bendavê ya ji bo vexwarinê û çandiniyê tê bikaranîn di payîzê da gelekî kêm bû, hema hindik ma ku tevahî ziha bibe.

Hîdekarê Beşa Erdnigariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ya Agiriyê Prof. Dr. Faruk Kaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber hişkayî, di vexwarin û çandiniyê da pir xerckirinê û sedemên din par ava bendavê gelekî kêm bûbû û rêjeya asta avê daketibû ji sedî 11yan.

Kaya got îsal ji ber ku zêde berf barî û heliya ava bendavê zêde bû û wiha axivî: "Çemê Geviyê ya li ser bendavê jî par ziha bûbû, lê îsal bi berf û baranê va ava wê jî zêde bû. Barana di meha gulanê da barî asta avê zêde kir. Li gor daneyên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) rêjea ava Bendava Patnosê ji sedî 60î derbas kiriye ku ev kêfxweşî ye. Barana paşê bibare jî wê asta avê zêde bike. Ji bo ava bendavê ziha nebe divê ji bo vexwarin û avdanê bi miqate bê bikaranîn."

Kaya got bi meha gulanê va asta avê wê bigîhêje ji sedî 75an û divê av zêde neyê îsrafkirin, baş bê xebitandin ku bendav ziha nebe.

Ji welatiyan Turan Soylemez jî got par ji ber hişkayiyê wan zehmetî kişand, lê îsal him barana ku barî û him jî ava bendavê ji bo zeviyan baş bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın