Bi hevkariya Ajansa Koordînasyonê û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) û Karên Avê ya Dewletê, projeya "Bîrên Sondajê yên Somaliyê" pêk tê. Bi saya vê projeyê dê ji hezar û 126 kesî re ava xwarinê here.
Li gor agahiyên ku nûçagihanê AAyê ji daneyên TÎKAyê bi dest xist, digel teknoliyê dîsa jî li dinyayê pirsgirêka herî mêzin ya avê ye. TÎKA li herêmên ku lê xebatên xwe dimeşîne, dixwaze pirsgirêka avê çareser bike.
Di vê çarçoveyê de TÎKA li welatên Afrîkayê yên wekî Nîjer, Etîyopya, Sûdan, Bûrkîna Faso, Malî, Rojavaya Afrîkayê û Somaliyê dixwaze bîrên avê bikole û pirsgirêka avê çareser bike.
TÎKAyê li Nîjer, Etîyopya, Bûrkîna Fasoyê, Malî û Rojavaya Afrîkayê 303 bîrên avê kolan.
Di çarçoveya projeya "Ji Bo Somaliyê Ava Paqij" de 19 bîrên sondajê û li hin cihan depo, şebeke û kanî hatin çêkirin.
Li herêma Shînîlleyê ya Etîyopyayê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê sarniç û bîreke kesonê hat çêkirin.