Türkan Tosun
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
MÛŞ
Cevat Bayramê xelkê Trabzonê yê ku 50 sal berê hatiye Mûşê û li bajêr ji xwe ra dikana lihêfan vekiriye hê jî hewl dide vî karî bike.
Bayramê temenê wî 80 sal e lihêfan çêdike. Ew 50 sal berê ji Maçkaya navçeya Trabzonê hatiye Mûşe û ji xwe ra dikanek vekiriye.
Bayram di vê dikanê da bi salan ji bo cihêzê qîz û bûkan lihêfan çêkiriye.
Ew li hember lihêfên elyaf û sentetîk hewl dide ku karê xwe bimeşîne û ev pîşe neyê jibîrkirin.
Hosteyê lihêfan ji rojnamevanan ra got dema ew 15 salî bûye wek şagirt dest bi vî karî kiriye û 9 sal şûn da jî li Stenbolê ji xwe ra dikanek vekiriye.
Bayram got ew û hevalên xwe paşê hatine Mûşê û wiha axivî: "Zarokên min jî nexwestin fêrî vî karî bibin. Min gelek caran şagirt dîtin, lê digotin "ev karê jinan e" û yek ji wan jî fêrî vî karî nebû."
Bayram anî ziman ew dixwaze piştî çend salan dev ji vî karî berde û wiha dewam kir: "Berê ji bo cihêzê qîzan tiştekî biqîmet bû. Lê paşê wek her tiştî, lihêfên me jî guherîn. Şûna lihêfên pembû û hirî êdî yên elyaf hene. Ji ber lihêfên di fabrîqeyan da tên çêkirin êdî kar wek berê nebaş e. Piştî min ji ber ku êdî tu kes wê vî karî neke ez pir xemgîn dibim. Lihêfvanî êdî ji holê radibe."
Bayram got ew lihêfekî di nav du rojan da diqedîne û di navbera 100-300 lireyî da difroşe.