Önder Beyter
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Hin esnaf û karsazên Sûriyeyî ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê û herwiha dixwazin havilê xwe yê heyî li Tirkiyeyê binirxînin, veberhênan kirin û pê hem qezencê dikin û herwiha hem jî welatiyên xwe û Tirkan îstixdam dikin.
Sûriyeyên ku xwe spartine Tirkiyeyê, ev 8 sal in hewl didin, li ber xwe didin da ku li ser piyan bimînin.
Hin Sûriyeyî bi derfet û alîkariyên dewletê li navendên starê dimînin û hinek ji wan jî tevlî jiyana aborî û sosyal a bajaran dibin.
Sûriyeyî bajarên wekî Stenbol, Entab, Mêrsîn, Bursa û Rihayê tercih dikin ji ber ku gelek welatiyên wan li van bajaran dijîn.
- Li Rihayê dê 20 fabriqe bên avakirin
Veberhênerên mêvan ku di bin sîwana Komeleya Karsaz û Miteşebisên Sûriyeyî (SÎAD) da hatin cem hev, car caran jî li bajarên cuda kom dibin û civînên îstişareyê saz dikin.
SÎADê qedera 2 meh berê bi Midûriyeta Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê ra protokola terxankirina erd îmze kir û pey ra ji bo avakirina fabrîqeyan xebatan dest pê kirin.
Serokê Giştî yê SÎADê Halid Babili ji peyamnêrê AAyê ra got ku li Tirkiyeyê wan di gelek sektoran da veberhênan kirin.
Babili diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye di warê aboriyê da bibe yek ji dewletên herî bihêz ên dinyayê û ji lewra jî ew gelekî dixebitin û di 4 salên dawîn da jî wekî komele wan 4 şax vekirin.
Babili diyar kir ku wan dest bi wê xebatê jî kir ku li Rihayê li ser 150 donim erdî 20 fabriqeyan ava bikin û wiha dewam kir:
"Em ê di van tesîsan da bi xebatên xwe va sûdê bidin aboriya Tirkiye û Rihayê. Yekûna veberhênanên me dê qedera 80 milyon lire be. Înşelah bi van veberhênanan va em ê derfeta kar û îstixdamê pêşkêşî hezar û 500 kesî bikin."
Veberhênerê Sûriyeyî Enes Tahan jî diyar kir ku ew qedera 4 sal berê ji Helebê hat Tirkiyeyê.
Tahan diyar kir ku ew li Entabê di warê tekstîlê da fealiyetê dimeşîne û wiha dewam kir, "Karsazên Sûriyeyî bi taybetî li Entabê veberhênanên cidî dikin. Armanca me jî ew e ku em ji Sûriyeyî û Tirkên betal ra derfeta îstixdamê pêşkêş bikin."