Tirkiye di veberhênanên geştiyariyê da derfetê dide veberhênerên cîhanê

Istanbul
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya JRO Veberhênanê Murat Goktug Aksu destnîşan kir ku neyîniyên ji ber qeyranên kurewî û şerên herêmî, di warê veberhênanên geştiyariyê da derfetê dide veberhênerên cîhanê.
Li gorî daxuyaniya şirketê, pêvajoya xwedanheviyê ya di geştiyariya cîhanê da, him di warê hejmara geştiyaran û him jî di warê potansiyela veberhênanê da Tirkiyeyê derdixe pêş. Tirkiyeya ku di 2024an da mazûvaniyan zêdetir ji 62,2 milyon geştiyarî kir, di nava welatên ku herî zêde hatin ziyaretkirin da kete rêza 4emîn.
Di vê çarçoveyê da SellYourHotel.com a şikildana siberoja veberhênanên geştiyariyê ji xwe ra kiriye armanc, otel û heyiyên geştiyariyê yên xwedî potansiyela bilind bi veberhênerên kurewî ra dicivîne. Platform di pêvajoyên kirîn, nûjenkirin û markabûnê da xizmetê pêşkêş dike û rêbertiyê dike.
- Herêmên geştiyariyê cazib dibin
Herêmên li keviyên Deryaya Spî û Egeyê yên Tirkiyeyê, ji ber ku binesaziya wan qewîn e, heta 8 mehan sezona wan dirêj dibe û herwiha teşwîqên wezaretê ji bo wan heye, bala veberhêneran dikişîne.
Murat Goktug Aksuyê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya JRO Veberhênanê ku markaya serban a platformên SellYourHotel.com û markaya wê ya lokal OteliniSat.comê ye, destnîşan kir ku neyîniyên ji ber qeyranên kurewî û şerên herêmî, di warê veberhênanên geştiyariyê da derfetê dide veberhênerên cîhanê.
Aksu got, "Li Tirkiyeyê sektora geştiyariyê êdî berfireh difikire. Êdî veberhêner ne tenê bi kirîna otelan va mijûl in, wan nûjen dikin, dikin cihekî marka û piştra bi buhayekî zêdetir difiroşin. Weke Sellyourhotel.com, em di navenda vî karî da ne û em çareseriyên 360 derece pêşkêşî veberhênerên xwe dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.