Aborî

Komîsyona YEyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê der barê vîzeya Schengenê da gaveke nû avêt

Uğur Aslanhan  | 18.07.2025 - Rojanekırın : 21.07.2025
Komîsyona YEyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê der barê vîzeya Schengenê da gaveke nû avêt

Istanbul

 Wezîrê Ticaretê Omer Bolat ragihand, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) duh ji bo vîzeya Schengenê ji bo welatiyên Komara Tirkiyeyê lezgîn û hêsantir bibe, belgeyeke nû amade kiriye û ji dewletên endam ra şandiya.

Bolat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê hildana vîzeya Schengenê da agahiyeke nû da.

Wezîrê Ticaretê Bolat bal kişand ser dem û tengasiyên di warê hildana vîzeya Schengenê da û wiha got, "Komîsyona YEyê duh ji bo vîzeya Schengenê ji bo welatiyên Komara Tirkiyeyê lezgîn û hêsantir bibe, belgeyeke nû amade kir û ji dewletên endam ra şand."

Wezîr Bolat diyar kir ku ji bo kesên ku cara yekem vîze wergirtine, di serlêdana wan ya duduyan da dê derfet bê dayîn ku heta 6 mehan, paşê ji bo salek, 2 sal, 3 sal û heta 5 salan vîzeya demdirêj û pir-ketinê werbigirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın