Aborî

AJetê dest bi firînên Sûriyeyê kir

Gökhan Yılmaz  | 02.07.2025 - Rojanekırın : 03.07.2025
AJetê dest bi firînên Sûriyeyê kir

Istanbul

 AJetê yekem geşta xwe ya asîmanî ya bo Sûriyeyê, ji bo Şama paytext kir.

Beriya geşta asîmanî ya ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sabîha Gokçenê ya li Stenbolê (ÎSG) hat kirin ku yekem geşta wê ya ji bo Sûriyeyê, li balafirgehê merasim hat lidarxistin.

Di merasimê da Amirê Îdareya Mulkî ya ÎSGyê Halîl Avşar, Rêveberê Giştî yê Asîmangeriya Sivîl Kemal Yuksek, Rêveberê Giştî yê HEAŞê yê Otorîteya Meydanê ya ÎSGê Faruk Kacir û Rêveberê Giştî yê AJetê Kerem Sarp amade bûn.

Piştî merasimê balafira bi koda VF317ê ji bo yekemîn sefera xwe ya ber bi Şamê ji balafirgehê rabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın