Polîtîka

Serokatiya Ragihandinê derbarê pêşwaziya Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokomar Erdogan va daxuyanî da

Zafer Fatih Beyaz  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Serokatiya Ragihandinê derbarê pêşwaziya Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokomar Erdogan va daxuyanî da

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî da, anî ziman ku Tirkiye ji xwe ra kiriye armanc ku li herêmê aştî û îstîqrar çêbibe, dûrxistina Iraqê ji aloziya tundûtûjiyê ya li herêmê pir giring e, Tirkiyeyê wan gavên ku HKI di vî warî da diavêje dişopîne.

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, derbarê pêşwaziya Serokê HKIyê Barzanî li Kulliyeya Serokomariyê, ji aliyê Serokomar Erdogan va, daxuyanî da.

Di vê hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Iraqê, hevkariya bi HKIyê ra û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da anî ziman ku Tirkiye ji xwe ra kiriye armanc ku li herêmê aştî û îstîqrar çêbibe, dûrxistina Iraqê ji aloziya tundûtûjiyê ya li herêmê pir giring e, Tirkiyeyê wan gavên ku HKI di vî warî da diavêje dişopîne.

Serokomar Erdogan tekez kir ku ew dixwaze hilbijartina Meclîsa Nûneran a Iraqê ji bo hemû gelê Iraqê sûdmend ba û ew aştî û ewlehiya Iraqê ji ya Tirkiyeyê cuda nabîne.

Erdogan diyar kir ku ew ji ber rêkeftina di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û HKIyê da ya di warê neftê da kêfxweş e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di demekê kurt da gihîştina lihevkirinekê li ser Projeya Rêya Geşeyê dê di berjewendiya tevahiya herêmê da be.

Serokomar Erdogan diyar kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoya Tirkiyeya Bêteror biryardar in û piştgiriya berdewam a HKIyê ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê giring dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.