Ji bo Şanliurfayê veberhênana herêma çandiniya organîzeya xwedîkirinê ya bi 2 milyar lîreyî
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli: "Li Herêma Çandiniya Organîzeya Xwedîkirinê ya Şanliurfayê ya ku ji keleyên hilberîna goşt e, di nîvê ewil ê sala îsal da 150 kargehên xwedîkirinê yên din jî dê bikevin fealiyetê"
Ankara
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand ku ji bo Şanliurfayê veberhênana herêma çandiniya organîzeya xwedîkirinê ya bi 2 milyar lîreyî hat kirin û wiha got, "Li Herêma Çandiniya Organîzeya Xwedîkirinê ya Şanliurfayê ya ku ji keleyên hilberîna goşt e, di nîvê ewil ê sala îsal da 150 kargehên xwedîkirinê yên din jî dê bikevin fealiyetê."
Yumakli li ser hesabê xwe yê NSosyalê biwarê kutabûna xebatên binesaziyê yên Herêma Çandiniya Organîzeya Xwedîkirinê ya Şanliurfayê nirxandin kirin.
Yumakli bal kişand ku ji bo Şanliurfayê veberhênaneke qerase ya bi 2 milyar lîreyî hat kirin û wiha dewam kir:
"Li Herêma Çandiniya Organîzeya Xwedîkirinê ya Şanliurfayê ya ku ji keleyên hilberîna goşt e, di nîvê ewil ê sala îsal da 150 kargehên xwedîkirinê yên din jî dê bikevin fealiyetê. Bi vî awayî bi tevahî 320 kargehên xwedîkirinê dê salewextê bigihîjin reqama hilberîna 36 hezar ton goştê sor û 3 hezar îstixdamê. Bi vê yekê va aboriya welat û herêmê dê mefadar be. Ev veberhênana qerase ya li ser qadeke 8 hezar dekarî ava bûye û herêma çandiniya organîze ya herî mezin a Tirkiyeyê ye, bira ji bo herêma me û Şanliurfaya me bi xêr û bereket be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
