07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
IGDIR
Li bajarê Îdirê gelek xanî û axur ji ber barîna zêde di bin berfê de man
Welatiyên ku li Îdir û navçeya Tuzlucayê dijîn ji ber barîna berfê gelek zehmetiyan dikîşînin. Ercan Aybogayê ku li gundê Pinarbaşiyê dijî daxuyaniyek da nûçegahinê AAyê û got ew bi tûnêlan tên û diçin malên xwe.
Ayboga got ku jiyana wan ji ber barîna berfê zivistanê gelek zehmet dibe û wiha axivî:
"Wextê berf bibare hemû rêyên me tên girtin. Rêya me ji bo çêrandina heywanan jî tên girtin. Xwedîkirina heywanan jî gelek zehmet dibe.
Ava me dibe cemed. Em ji kaniyên gund avê bi satilan dikişînin. Zarokên me nikarin biçin mektebê. Lê edî em hîn bûne."