07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
BITLÎS
"Tîma berfê" ya Şaredariya Tetwana navçeya Bitlîsê li navçeyê hemû rêyên girtî, vekirin.
Li navenda navçeyê ji ber berfa ku ev demek e dibare, gelek rê hatin girtin.
Li ser vê, di bin banê şaredariyê da "tîma berfê" ku ji 100 personel û 22 makîneyên şixul pêk tê, hat sazkirin. Li 22 taxên navçeyê xebateke hevdem hat destpêkirin û herwiha hemû rêyên girtî ji berfê hatin paqijkirin.

Alîkarê Şaredarê Tetwanê Abdulbakî Menteş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran da destnîşan kir ku ekîb şev û roj xebitîn û navenda bajêr ji berfê paqij kirin.
Li Tetwanê 2-3yê sibatê bi sedan welatiyên ku ji ber berf û bagerê di rê da mehsûr mabûn, bi xebata ekîban a ku bi saetan ajotibû va hatibûn xelaskirin.