07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
MALATYA
Meteorolojiyê hişyarî da û got dibe ku li ciyên berwarî en li Elezîz, Tûncelî, Bîngol, Adiyeman û Meletiyê aşît bikeve.
Di daxuyaniya Midûriya Herêma 13an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li bajarên Elezîz, Tûncelî, Bîngol, Adiyeman û Meletiyê hetanî sibê destê sibê dê hew sayî û biewr be.
Tê texmînkirin li herêmê hewa di navbera 1-4 pîleyan germ be, ba rabe.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber germbûna hewayê dibe ku li ciyên berwarî berf bihele û aşît bikeve, bişev carcaran mij bikeve û welatî ji bo cemedê baldar bin û bê tevdîr nemînin.