07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
AGRI
Li ser rêya Agirî-Wanê ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê berjêrî 10 mêtroyan bû.
Li Borana Çiyayê Tendûrekê ku Bazîd û Wanê bi hev va girêdide, ber êvarê zehf mij û xumam çêbû. Herwiha mij di pevguhastinê da bû sedema astengiyê.

Ji ber berjêrbûna mesafeya dîtinê ku heya 10 mêtroyan berjêr bû, ajovanan bi zehmetî pêşiya xwe dît.
Ekîbên trafîqê herwiha bikontrol destûr dan derbasbûna wesayitan û ajovan hişyar kirin da ku tevdîra xwe bistînin û paşê derkevin ser rê û li hemberî mij û cemedê jî baldar û hişyar bin.

Hin ajovan jî mecbûr man û li tesîsên rawestînê û îstasyonên sotemeniyê man.