Orhan Sağlam
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2025
Li navçeyên Wanê Gurpinar û Başkaleyê xebatên vekirina rêyên ji ber berfê girtî ne, didomin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber barîna berfê li navçeyên Gurpinar û Başkaleyê rêya 15 cih û waran hat girtin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Duristkirina Rêyan ji duh va rêya 13 taxan vekirin û xebatên xwe didomînin ku rêyên mayîn jî vekin.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11em jî li Derwazeya Karabetê ya li ser rêbejaya Wan-Bahçesarayê, xebata rêfirehkirinê dimeşînin.
Ekîban ajokarên rêya Bahçesarayê diemilînin hişyar kirin ku zincîrê biavêjin tekerên wesayîtên xwe.