Kaşûvanên ji Hekariyê li ser berfê xwe ji pêşbirkan ra amade dikin
Li navçeya Yuksekovayê ya sir û seqemê dest pê kir, 50 werzişvan amadekariyên xwe yên sezonê didomînin
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê werzişvanên tîma kaşûnê ji bo ku di Pêşbirka Neqandinê ya Reva Kaşûndar da pileyên herî baş bi dest bixin, li ser berfê rahênanê dikin.
Werzişvanên tîma reva kaşûndar yên ku di navê da endamên tîma neteweyî jî hene, van salên dawîn di pêşbirkên neteweyî û navneteweyî da serkeftinên giring bi dest dixin.
50 werzişvanên ku serê sibehê berê xwe didin Gundê Gurdereyê yê 10 kîlometre dûrî navçeyê, digel sir û seqemê amadekariyên xwe ji bo sezonê didomînin.
Werzişvanên ku di bin çavdêriya rahênerên xwe da bi kaşûnê va kaş û hevrazên di bin berfê da bidin ber xwe, dixwazin di Pêşbirka Neqandinê ya Reva Kaşûndar a Tirkiyeyê da ku dê di 17-19ê Rêbendanê da li Erziromê bê lidarxistin, pile bi dest bixin.
- "Werzişvanên me ji bo sezonê kelecanî ne"
Rahênerê reva kaşûndar Şefîk Yaşar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew hefteyê sê rojan li ser berfê rahênanê dikin.
Yaşar bal kişand ku werzişvan guh nadin sermayê, rahênanên xwe dikin û wiha dewam kir:
"Li pêşiya me pêşbaziya neqandinê heye li Erziromê û her wiha li Yuksekovayê jî pêşbirkên etabê hene. Em ji bo van pêşbirkan bi awayê herî baş xwe amade dikin. Niha li navçeya me stûriya berfê gihîştiye 30 santîmetreyî. Li ser berfê em hem bi stîla klasîk û hem jî bi stîla serbest rahênanan dikin. Em hefteyê sê rojan dixebitin. Werzişvanên me ji bo sezonê kelecanî ne. Înşelah em ê bi pileyên baş vegerin navçeya xwe."
- "Di neqandinên Tirkiyeyê da ez dixwazin pileyeke baş werbigirim"
Ji werzişvanan Zeynep Çelîkê jî wiha xeberda, "Ez di branşa reva kaşûndar da cih digirim. Ez dixwazim di neqandinên Tirkiyeyê da ez dixwazin pileyeke baş werbigirim. Ez xwe baş amade dikim. Hedefa min ew e ku beşdarî olîmpiyatan bibim û pile werbigirim."
Ranya Taşê jî wiha got, "Vêgavê berf kêm be jî em xebatên xwe didomînin. Em dixwazin di pişbirkan da pileyan werbigirin û bibin rûmeta gelê xwe. Par di kategoriya mînîkan da ez bûbûm yekem. Ez dixwazim vê serkeftina xwe dubare bikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
