Hüseyin Yıldız,Cüneyt Çelik
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2025
Tê payîn ku hejmara mihên sorê ji cisnê morkaraman ên li tesîsa Îdirê yên ser bi bi Rêveberiya Giştî ya Kargêriyên Çandiniyê (TÎGEM), bi zayînên meha Sibatê ra ji 15 hezarî derbas bibe.
Li Aralık navçeya Îdirê, di çarçoveya projeyek ku ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan va tê meşandin da, li çewlikên Rêveberiya Kargêriya Çandiniyê ya TÎGEM Kazim Karabekir a li dora Çiyayê Agiriyê bi qasî 9 hezar û 500 mîhên sor têne xwedîkirin.
Tê plankirin ku mîhên ku bi giyayê siruştî yê herêmê û alifê ku ji hêla TÎGEMê va tê hilberandin, wekî dermaleyan li hilberînerên herêmî werin belavkirin.
Bi zayînên di meha Sibatê da, tê payîn ku hejmara miyên sor ên li çewlikê ji 15 hezarî derbas bibe.
Yusuf Yilmazê rêveberê TÎGEM Kazim Karabekirê yê Tesîsa Çandiniyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku mîhên ku li zevî û mêrgan wan tên xwedîkirin eleqeyeke mezin dikişînin.
Yilmaz diyar kir ku ew li ser qadeke 187 hezar deqarî dewar û pez xwedî dikin û got, "Niha nêzîkî 9 hezar û 500 mîhên me hene. Ji van 6 hezar mîh avis in. Bi îzna Xwedê em li bendê ne ku di meha Sibatê da bizên."
- "Em wan wekî stokên zayînê li hilberînerên li herêmê belav dikin"
Yilmaz diyar kir ku bûyîna berxan dê bibe sedema zêdebûnek giring di hejmara ajalên piçûk da û wiha axivî:
"Em her sal wisa plan dikin. Em li bendê ne ku nêzîkî 6 û 6 hezar û 500 berx çêbibin. Ji ber ku herêm pezê sor tercîh dike, tenê ev tesîsa TÎGEMê pezê sor xwedî dike. Em li tesîsên din cisnên cuda xwedî dikin, lê li vir em tenê sor xwedî dikin. Em vê yekê dikin da ku dermaleyên zayînê li hilberîneran belav bikin. Em wan wekî stokên zayînê li hilberînerên li herêmê belav dikin ku wan daxwaz dikin."