Emre Ilıkan
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2025
Li Wanê ji ber rewşa hewayê dibistan sibê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin, li gor nirxandina ku bi Midûriya Herêmê ya Meteorolojiyê ra hat kirin, li bajêr ketine berfê wê dewam bike.
Li gor daxuyaniyê, ji ber berf, cemed û mijê 30ê Berfanbarê roja Sêşemê tevahiya dibistanên fermî û taybet hatin tetîlkirin, ji bo wezîfedarên qamûyê yên astengdar û ducanî û personelên ku zarokên wan piçûk in wê destûra îdarî bê dayîn.