Li Diyarbekir û li Mêrdînê ji ber ketina berfê dibistan sibê jî hatin tetîlkirin
Diyarbakir
Li Diyarbekirê ji ber ketina berfê dibistan sibê jî hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye, li tevahiya bajêr ketina berfê dewam dike û ji ber rîska cemed û qermê sibê li tevahiya bajêr hemû dibistanên fermî û taybet hatin tetîlkirin da ku ewlehiya welatî û xwendekaran pêk were.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo wezîfedarên qamûyê yên astengdar û ducanî û personelên ku zarokên wan diçin dibistana seretayî û kreşan jî wê destûra îdarî bê dayîn.
Her wiha hat gotin ku divê şofêr jî lastîkên zivistanê bi kar bînin, guh bidin rê û rêbazên trafîkê û hişyariyên ku tên dayîn.
- Li Mêrdînê jî dibistan hatin tetîlkirin
Li Mêrdînê ji ber ketina berfê û sermayê dibistan sibê jî hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li tevahiya bajêr ketina berfê dewam dike û li ser îhtimala ku piştî ketina berfê cemed çêbibe, çûyîn û hatin di serî da ji bo ku welatî tu tengasiyê nekişînin, hemû tevdîr hatin hildan.
Di encama nirxandinên meteorolojîk da tê payîn ku li tevahiya bajêr tesîra cemed û sermayê dewam bike, di vê çarçoveyê da hemû dibistanên bajêr sibê hatin tetîlkirin.
Her wiha ji bo wezîfedarên qamûyê yên astengdar û ducanî û personelên ku zarokên wan diçin dibistana seretayî û kreşan jî wê destûra îdarî bê dayîn.
Ji ber ku li tevahiya bajêr berf ket, dibistan ji bo îro jî hatibûn tetîlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
