Jiyan

Li Bidlîsê ji ber rewşa hewayê dibistan 2 rojan hatin tetîlkirin

Şener Toktaş  | 30.12.2025 - Rojanekırın : 30.12.2025
Li Bidlîsê ji ber rewşa hewayê dibistan 2 rojan hatin tetîlkirin Berfin Sidar Aşit

Bitlis

 Walîtiya Bidlîsê daxuyand, ji ber rewşa hewayê li tevahiya bajêr dibistan roja sêşem û çarşemê hatin tetîlkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, li gor daneyên ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hatin hildan, bi sir û seqemê ra 30ê Berfanbarê roja Sêşemê cemed, 31ê Berfanbarê roja Çarşemê jî berf tê payîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ji bo ku welatî û xwendekarên me mexdûr nebin li navend û navçeyên bajarê me, hemû dibistanên Wezareta Perwerdeya Neteweyî, kreş û navendên rehabîlîtasyonê yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî 2 rojan hatin tetîlkirin. Ji bo wezîfedarên qamûyê yên astengdar û ducanî jî destûra îdarî hat dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.