Li Wan û Bidlîsê berfê rêyên 33 cî û waran girtin
Bitlis
Li Wan û Bidlîsê berf û bagerê rêyên 33 cî û waran girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 21 cî û waran girtî ne.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
- Bidlîs
Li navenda bajêr û navçeya Tetwanê ji ber berfê di çûyîn û hatinê da tengasî derket, serma çêbû û mij ket erdê.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê rêya 12 gundan hat girtin.
Kurtkan diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin ewê di demeke kin da rêyan vekin, ekîb li hin deveran amade sekinîne.
Di rêya Bidlîs-Tetwan û Bidlîs-Norşînê da mij ket erdê û mesafeya dîtinê kêm bû, daran qiravî girt.
Ekîbên şaredarî û rêbejan berfa ser peyarêyan paqij kir û rê fireh kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
