Jiyan

Li Diyarbekirê nêçîra li ser berf û qeşayê

Bestami Bodruk  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Li Diyarbekirê nêçîra li ser berf û qeşayê Bestami Bodruk

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê masîgir li Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê ya ku ji ber berf û hewaya sar qismî cemidiye masiyan digirin.

Gola bendavê ji mirovan bigire heta çûkên koçber, ji cureyên masiyan bigire heta kosiyan çavkaniya jiyanê ye.

Gola ku ji ber germahiya havînê ya zêde û bandora guherîna avûhewayê ya gerdûnî asta ava wê daketiye, niha ji ber berf û hewaya sar qismî cemidî ye.

Masîgirên ku kelekên xwe ji nav qeşayê derxistin torên xwe diavêjin beşa golê ya neqeşagirtî.

Di vê demsalê da gol mazûvaniya çûkên masîgir ên ku li peravên wê tên nêçîrê jî dike.

Li derûdora gola bendavê, heywanên kovî yên wekî roviyê sor jî bi nêçîrê ra mijûl in.

Dîmenên masîgirên ku bi kelekên xwe masiyan digirin, çûkên masîgir ên ku li perava golê nêçîrê dikin û roviyê sor ê ku hewl dide di bin berfa spî da mişkê zeviyê bigire, hemû bi dronê hatin kişandin.

Masîgir Cîhan Akyuzê li taxa Avcisuyuyê masîgiriyê dike ji nûçegihanê AAyê ra got li Dîyarbekirê bi salan e evqas berf nebarîbû.

Akyuz diyar kir ji ber berfê ew bi motorê hatine gola bendavê û wiha got: "Dema ku zîhabûn hebe masî kêmtir in, lê dema ku av pir be, masî jî zêdetir in. Dema ku berf dibare, masî derdikevin. Dema ku berf tunebe, karê me dijwar e."

Ramazan Barsan jî got ew ji bo ku masiyan bigire hatiye golê, lê wî nekaribûye keleka xwe ji gola ku qeşa girtiye derxe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın