Orhan Sağlam,Şener Toktaş
22 Adar 2025•Rojanekirin: 23 Adar 2025
Li Wan û Bedlîsê rêya 107 cî û waran ji ber berf û bagerê girtî ye.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, li bajêr ji ber berf û bagerê li navçeyên Miks (Bahçesaray) û Başqeleyê rêya 7 cî û waran girtî ye.
Li Bedlîsê jî li gor daxuyaniya Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet ya Bedlî Umît Kurtkan rê ya 100 cî û waran girtî ye.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.