Rıdvan Korkulutaş
22 Adar 2025•Rojanekirin: 23 Adar 2025
Li Genca navçeya Bîngolê minîbusa ku karker vediguhast, gindirî şerempolê, di encamê da 2 jê giran, 9 kes birîndar bûn.
Minîbusa şirketekê ku hê navê ajovan û plaqeya wî nehatiye hînbûn, li ser rêbeja Bîngol-Diyarbekirê li texma Şehîtkoyê ku berf lê dibare gindirî şerempolê.
Di qezayê da 9 karker birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gencê.
Hat ragihandin rewşa 2 birîndaran xeter e.