Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berfê rêya 1707 cî û waran girt
Van
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf ket û rêya 1707 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, li bajêr berf ket, bagera berfê rabû û rêya 671 cî û waran hat girtin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Temîrkirin û Kontrolkirina Rêyan ji bo vekirina rêyan xebat da destpêkirin.
Li navçeya Gevaşê qalindahiya berfê derket 60 santêmî û xaniyên yekqatî, wesayît û dar û ber di binê berfê da man.
Zarok jî bi ketina berfê şa bûn û bi xizekan va xwe şiqitandin, bûka berfê çêkirin.
Li navçeya Erdîşê jî çokek berf ket û tengasî da kişandin.
Li deverên bilind ên navçeyê qalindahiya berfê cî bi cî derket mêtreyekê, welatiyan berfa pêşiya kargeha xwe û ser wesayîta xwe avêt.
Ji welatiyan Muhlîs Unus diyar kir, hefteyek e ku li navçeyê berf dibare û bager radibe.
Unus daxuyand ku çend sal e wan ev qas berf nedîtibû û wiha dewam kir, "Barîna berfê dewam dike. Ez ê biçûma şînê, lê ew qas berf ketiye ku ez nikarim wesayîta xwe ji şûnê derxim. Her der di binê berfê da ma. Xwedê alîkarê rêwiyan be."
- Hekarî
Li bajêr ji duh va bi navber berf dikeve û tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr qalindahiya berfê derket 50 santêmî û xaniyên yekqatî di binê berfê da man, welatî û esnafan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe paqij kir.
Berfê serê sibehê gur kir û di çûyîn û hatinê da jî tengasî derxist.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, berfê li tevahiya bajêr rêya 357 cî û waran girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Di navbera gundên Uzumcu û Çîmenliyê da şepe ket û rêya Hekarî-Çukurcayê hat girtin.
Ji bo vekirina rê ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejan şandin herêmê.
Ji ber rîska ketina şepeyê hişyarî hat dayîn ku ji bilî rewşên mecbûrî kes di wê rêyê ra neçe û neyê.
Ekîbên şaredariyê jî li deverên ku lê berpirsiyar in, di rêyan da dixebitin.
Li navçeyên Yuksekova, Şemdînlî, Derecîk û Çukurcayê jî berf ket û tengasiyê dide kişandin.
Li navçeyan şofêran di rê da tengasî kişand û ekîbên şaredariyê rê û peyarêyan paqij dikin.
Ji ber berf û pûkê di rêya Yuksekova-Şemdînliyê da şofêr tengasiyê dikişînin.
- Mûş
Li Mûşê piştî berf ê bagerê di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku berfê li bajêr rêya 334 gundan girt û ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 335 gundan hat girtin.
Berf li bajêr bi navber dibare û tengasiyê dide kişandin.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
