Li Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avdanê berdewam in
Şanlıurfa
Li Herana navçeya Şanliurfayê xebatên lêgerîna ajokarê otomobîla ket qanala avdanê di roja 4em da berdewam in.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Halil Gunduzê (42) ajokarê otomobîla ku di 29ê Berfanbarê da li tanga Taxa Bugdaytepeyê ya li ser navçeyê ket qanala avdanê, bi şefeqê ra cardin dest pê kirin.
Di hundirê qanalê da xebata 27 personelan didome ku di navê da polêsên noqav û ekîbên îtfaiye û AFADê jî hene.
Li dervayî qanalê jî 109 personel fealiyeta lêgerînê dimeşîne.
Di xebatên lêgerînê da yên ku li qadeke bi qasî 50 kîlometreyî tên meşandin, 136 kes beşdar in.
Li navçeya Heranê 29ê Kanûnê otomobîla ku 5 kes tê da bûn ketibû qanala avdanê, kesek bi derfetên xwe derketibû, termên 3 kesan hatibûn dîtin û kesek jî wenda bûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
