Recep Bilek,Ekber Türkoğlu
13 Adar 2026•Rojanekirin: 13 Adar 2026
Li Nîksara navçeya Tokatê di saet 03.35an da bi mezinahiya 5,5an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) navend Nîksar bi mezinahiya 5,5an erdhej çêbû.
Li gor agahiyan erdhej 6,37 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Ji xeynî Tokatê li Samsun, Çorum, Amasya, Sînop û bajarên li derdorê jî bi erdhejê hatiye hesîn.