Li Mêrsînê minibêsa karkerên çandiniyê welgeriya şerampolê, 3 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
Mersin
Li Anamura navçeya Mêrsînê minibêsa karkerên çandiniyê tê dabûn welgeriya, 3 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 70 ACV 113 a ku Mustafa Unal diajot û karkerên çandiniyê tê da bûn li Taxa Ormancikê ya rêya Anamur-Ermenekê welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Hat tesbîtkirin ku di qezayê da ajokar û 2 rêwî mirine, 11 kes birîndar bûne.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Anamurê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
