Li Şanliurfayê sîtil ji bo bastîq û dims dikelin
Li navçeya Sîweregê çêkirina bastîq, dims û qirmeyê dest pê kir
Şanlıurfa
Li Sîwerega navçeya Şanliurfayê çêkirina bastîq, dims û qirmeyê dest pê kir.
Li herêmê di meha cotmehê da mehsere dest pê dike, tiriyên ji rez tên berhevkirin di hewzan da tên pêpezkirin ku ava wan derkeve.
Hêk, şîr, mast û ar li ser vê ava tiriyan tê zêdekirin û ew qasî 4 saetan di sîtilan da tê kelandin.
Piştî ku av dikele welatî kuncî dixin nav vê pelûrê û di bin tavê li ser pîneyan radixin ku bibe bastîq.
- "Tiştên ku em çêdikin gişk xwezayî ne"
Mehmet Bardakçiyê rezê wî yê tiriyan heye ji nûçegihanê AAyê ra got berhevkirin û çêkirina bastîq, dims û qirmeyê zehmet e û wiha axivî: "Em diçin nav rez tiriyan berhev dikin, ava wan derdixin û di sîtilan da dikelînin. Dema dibe pelûr em li ser pîneyan radixin û dikin bastîq. Bikuncî an jî bê kuncî em zivistanê dixwin."
Bardakçi got ew ji bo ku zivistanê bê xwarin kome, bastîq, dims çêdikin û wiha dewam kir: "Tiştên ku em çêdikin gişk xwezayî ne, tu tiştekî zirarê bide tenduristiyê tê da tune. Dema hewa sar be hûn dims bixwin ew we germ dike û hûn li ser xwe dimînin."