Türkan Tosun
17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
Li Erdexanê welatiyê bi navê Kadîm Yilmaz bi goştê heywanên ji Zozana Bilbilan diçêrin va kibaba caxê çêdike.
Zozanê Bilbilan a ku di navbera Erdexan û Artvînê daye 37 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e.
Kadîm Yilmaz çend rojên hefteyê diçe vê zozanê pez û berxan dikire û wan serjê dike ku bike kibaba caxê.
Yilmaz heywanan serjê dike, goşt rojekî dihêle ku bila tahma wê baştir be û paşê kibaba caxê çêdike û dide mişteriyên xwe.
Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî rêwîtiyeke dirêj û evqas zehmetiyê dema ew kibabê dide mişteriyên xwe kêfxweş dibe.
- "Ji ber ku mişteriyên me ji me memnun dimînin, em jî Bilbilanê tercih dikin"
Yilmaz got li zozanê gelek nebatên curbecur hene ku heywan van çêreyan dixwin û ji ber vê tehma goştê wan xweş e û wiha dewam kir: "Ji bo me tahm û lezet girîng e. Em vê tehmê ji Bilbilan bi dest dixin. Lewra xwezaya vê heta roja me jî xirab nebûye. Goştê pez û berxên li vê derê diçêrin him nerm e û him jî bitehm e. Ji ber ku mişteriyên me ji me memnun dimînin, em jî Bilbilanê tercih dikin."