Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê şilope û berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe ewrayî û pir ewrayî be û herwiha heya danê êvarê baran, şilope û berf dê bibare.
Tê pêşbînîkirin ku li seranserê Erzingan û Îdirê baran bibare, li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê û derûdorê wê jî berf dê bibare.
Li herêmê herwiha germahî dê di ser asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji milên bakur û bakurê rojhilatê nerm, hinek caran jî nîveqewî wê rabe.
Li herêmê bi şev pileya herî nizim li Îdirê 4, li Erzinganê 5, di bin sifirê da li Erdexan û Agiriyê 4, li Qers 3, li Erzirom jî pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî dê li Erzinganê 10, li Îdirê 7, li Agirî û Erzirom 2, li Qers û Erdexanê jî wê sifir pile be.
Li navendên kaşûnê stûriya berfê li Palandokena Erziromê 63, li Sariqamîşa Qersê 53, li Ergana Erzinganê jî 41 santîmetre hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da ku bi şev û destê sibehê dê hişkî, cemed û mij çêbe û lewma jî divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş ên dibe ku di çûn û hatinê da derkevin, baldar û bitevdîr bin.