Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîra xwe didomîne

Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Sidar Can Eren, Talha Koca, Anıl Aydın, Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş  | 05.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Li Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîra xwe didomîne Talha Koca

Erzurum

Li Erzirom, Erdexan, Tuncelî, Qers û Agiriyê sir û seqem tesîra xwe didomîne.

Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvan, ji ber hişkiyê camên wesayîtan cemed girt.

Hin welatiyan ji ber sermayê wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin, bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn.

Her wiha şadirwanên hin mizgeftên li bajêr jî qerisîn.

- Erdexan

Li Erdexanê jî serma û hişkî bi tesîr e.

Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 20 pile hat pîvan, rê û peyarêyan cemed girt û her wiha rûberê çeman qerimîn.

- Qers

Li Qersa ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 20 pile hat pîvan jî serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr gelek ajokarî bi zehmetî wesayîtên xwe dan xebatê û li îstasyonên sotemeniyê pompeyên mazotê qerimîn.

Welatiyan wesayîtên xwe bi teqwiyeya akûyê dan xebatê.

Li navçeya Sariqamîşê bi tesîra sermayê dar û nebatan qiravî girt.

- Tuncelî

Li Tunceliyê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 12 pileyan.

Bi tesîra hişkiyê, hin cihên Gola Bendava Uzunçayirê û Çemê Munzurê cemed girt.

Her wiha dar û nebatên li bajêr qiravî girt.

- Agirî

Li Agiriyê sir û serma tesîra xwe didomîne.

Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn.

Welatiyan ji ber sermayê wesayîtên xwe bi naylon û cilikan nixumandin.

Welatiyên ku sibehê zû çûn borseya ajalan, di sir û seqemê da zehmetî kişandin. Rûyê hin welatî û dewaran ji ber sermayê qiravî girt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın