Li Wan, Hekarî û Bidlîsê rêya 157 cî û waran girtî ye
Hakkari
VAN (AA) - Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber ketina berfê û rabûna bagerê rêyên 157 cî û waran girtî ne.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û pûkê rêya 88 cî û waran girt. Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li navçeya Çatakê jî ji ber ku li taxa wê ya Karşiyakayê şepe ket, ava taxê hat birîn, piştî temîrkirinê av cardin hat berdan.
- Hekarî
Li deverên bilind ên Hekariyê qalindahiya berfê cî bi cî derket 2 mêtreyî. Li gor daneyên Îdareya Taybet a Bajêr rêya 89 cî û waran hat girtin û ji wan rêya 64an hat vekirin, seba vekirina rêya 25 cî û waran xebat dewam dikin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji ber berfê rêya 368 gundan hat girtin û ev rê bi temamî hatin vekirin, xebatên firehkirina wan dewam dikin.
- Bidlîs
Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê hat dayîn, berfê rêya 44 gundan girt û ji bo vekirina rêyan ekîb li qadê dixebitin.
