Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike

Anıl Aydın, Günay Nuh, Muhammet Mutaf, Sidar Can Eren, Cüneyt Çelik, Bülent Mavzer, Hüseyin Demirci, Abdullah Söylemez, Fırat Atmaca, Muhammet Ali Ateş  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike

Erzurum

Li Erzirom, Erdexan, Îdir, Qers, Tuncelî û Agiriyê sir û seqem tesîra xwe didomîne.

Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 16 pile hat pîvan, ji ber hişkiyê camên wesayîtan cemed girt.

Hin welatiyan ji ber sermayê wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin, bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn.

Ekîbên rêbejayê û yên şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan li herêmên ku jê berpirsiyar in xebata verotina berfê didomînin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî mij û serma bi tesîr e.

Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 22 pile hat pîvan, rê û peyarêyan cemed girt û her wiha li devera Çemê Kûrayê mij derket.

- Îdir

Li Îdirê ji ber sermayê hin çem û gol qerimîn.

Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 10 pileyan, rûberê golên di nav baxçeyê gel da cemed girt.

- Qers

Li Qersê sir û seqem berdewam e.

Li bajarê ku ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket 22 pileyan, porê welatiyan qiravî girt.

Li bajêr dehl û devî qerimîn, dar û nebatan qiravî girt û bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn.

Li navçeya Sariqamîşê jî bi tesîra sermayê camên mal, kargeh û wesayîtan cemed û her wiha dar û nebatan qiravî girt.

- Tuncelî

Li Tunceliyê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 11 pileyan û di encamê da daran qiravî girt.

Bi tesîra hişkiyê çem û gol qismen qerimîn, hin ajokaran jî bi zehmetî wesayîtên xwe dan xebatê.

Hin welatiyan jî ji bo çivîkan qût danîn çolê.

- Agirî

Li Agiriyê sir û serma tesîra xwe didomîne.

Li bajêr bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 23 pile hat pîvan.

Bi tesîra sermayê camên mal, kargeh û wesayîtan cemed girt.

Li bajêr her wiha ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û ajokaran zehmetî kişand.

Por û bijangên zarokên serê sibehê çûn dibistanê, qiravî girt.

Mija li ser bajêr û deştê bi dronê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın