15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê şilope çêbibe û li cihên bilind jî wê berf bibare.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa dê pir biewr be û baran bibare. Tê texmînkirin ku baran û berf bibare û şilope çêbibe. Bi şev û serê sibê qeşa, mij û dûman wê çêbibe.
Ji bo germahiya hewayê tê texmînkirin germahî wê li gor demsalê normal be, ji hêla başûr ve ba dê bê.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 5 pile, li Îdirê 2 pile, li Erzincanê sifir pile hat pîvandin. Li Erzirom û Erdexanê di bin sifirê de 2 pile, li Agirî û Qersê jî di bin sifirê de 3 pile hat pîvan.
Di nav rojê de germahiya hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 15 pile, li Tunceliyê 10 pile, li Erzincanê 8, li Qers û Erziromê 5, li Agirî û Erdexanê jî 3 pile hat pîvan.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 13 santêm, li Erziromê 3 santêm û li Erdexan û Qersê jî santêmek hat pîvan.
Rayedaran hişyarî dan ku li cihên berpal û bilind ji bo şepeyê bila welatî baldar bin.