15 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
GAZÎANTEP
Wênesaz Dilbaz Beraziyê ji ber ku nikaribû li welatê xwe fealiyetên xwe yên hunerî bidomîne û qedera 10 sal berê hat Gazîentabê, li Navenda Civaka Ensarê ya Şaredariya Bajarê Mezin Gazîentabê xwebexş perwerdeya resmê dide zarokên ji Tirkiye û Sûriyeyê.
Li Navenda Civaka Ensarê ya ku par di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin Gazîentabê da hat vekirin, bona zarokên tirk û yên ji Sûriyeyê perwerde tê dayîn û herwiha li aliyekî jî aktîvîteyên çandî û civakî tên lidarxistin.
Wênesaz Dilbaz Beraziyê 37 salî yê ji ber ku nikaribû li welatê xwe fealiyetên xwe yên hunerî bidomîne û qedera 10 sal berê ji bajarê Hesekeya Sûriyeyê hat Gazîentabê, li navendê fealiyetên xwe yên çandî û civakî didomîne.
Beraziyê bavê 2 zarokan ji bo debara mala xwe li Gazîentabê di bin sîwana şaredariyê da di çendîn karan da şixulî û herwiha qedera 2 meh berê jî hat Navenda Civaka Ensarê û li vir dest bi hîndekariya xwebexş a bona zarokên ji Sûriye û Tirkiyeyê kir.
Beraziyê ku heya niha bi xebatên xwe yên boyaxa birûn, boyaxa biav û qelemzîreçê va 6 pêşangehên wêneyan li dar xist, di resmên xwe da bi piranî şer, zilm û mişextê xêz dike.
Berazî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew qedera 10 sal berê ji herêma Hesekeya Sûriyeyê hat û herwiha wî li Hesekeyê li atolyeyekê terzîtî dikir.
Berazî bal kişand ku wî li Sûriyeyê dersa taybet a wênesaziyê dida û wiha axivî, "Min li Sûriyeyê 5 caran pêşangeha wêneyan vekir. Paşê îzna min a vekirina pêşangehan hatibû betalkirin. Ez jî paşê hatim Gazîentabê da ku hunera xwe îcra bikim."