19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di binê sifirê da 16 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 121an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê îro sayî û ewrsayî be, dibe ku destê sibê û bi şev cemed çêbe û car caran jî mij bikeve.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 16, li Erzirom û Qersê di binê sifirê da 11, li Agiriyê di binê sifirê da 8, li Ezirganê di binê sifirê da 5, li Îdirê di binê sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 12, li Ezirganê 8, li Agiriyê 5, li Qersê 3, li Erziromê 1 û li Erdexanê jî 0 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 22, li Erziromê 3, li Agiriyê 1, li Qersê 4 santêm hat pîvandin.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 10, li Erganê 14, li Cibiltepeyê 4 santêm hat pîvandin.
Hişyarî hat dayîn ku bira welatî bê tevdîr dernekevin rê û baldar bin.