Jiyan

Li Qers û Erdexanê berf ket

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul, Günay Nuh  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Qers û Erdexanê berf ket Hüseyin Demirci

Kars

Li Qers û Erdexanê berf ket û navendên bajaran cardin spî bûn.

Li Qersê bi şev baran barî, serê sibehê vegerande berfê. Bi ketina berfê ra navenda bajêr û gund spî bûn.

Li navçeya Sarîqamişê jî daristanên çamê spî bûn, welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.

Ekîbên Şaredarî û Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan li herêmên ku jê berpirsiyar in, berf verotin û xoyê reşandin.

Li navçeya Akyakayê jî xaniyên gundan di binê berfê da man.

Li Erdexanê jî piştî ketina berfê di rêyan da cemed çêbû.

Ekîban li herêmên ku jê berpirsiyar in xebata paqijkirina berfê û vehelandina cemedê da destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın