Li Stenbolê mesaiya paşîvê ya daholjenên remezanê dest pê kir
Istanbul
Li 961 taxên Stenbolê nêzî 3 hezar daholjenên remezanê manî gotin, li def û daholê dan û welatî rakirin paşîvê.
Di paşîva ewil a meha remezanê da daholjenan bi dahol û çoyê destê xwe va dest bi mesaiyê kir û di kuçeyên taxan da li defê dan, geriyan û manî gotin.
Daholjenan bi cil û bergên xwe û maniyên xwe va bala welatiyan kişand û hewl dan ku kuçeyên Stenbolê bihust bihust bigerin û cihekî neçûyî nehêlin.
Daholjen hema bêje bi demê ra ketibûn pêşbaziyê û welatiyan jî ji paceyên malên xwe ra bi têlefonên xwe yên destan va dîmena wan kişand.
Welatiyên ku dajoljenên remezanê ew hişyar kirin jî ji aliyekê va jî berê xwe dan firûnan.
Welatî ji bo ku bi nan û pîdeyên germ paşîvê bixwin, çûn firûnan û li ber hin firûnan ketin dorê.
Şaredariya Esenlerê jî wekî her sal îsal jî şêniyên taxê bi wesayîtên vosvos ên nostaljîk rakirin paşîvê.
Otomobîlên ku hatin xemilandin, bi dengê daholê va di kuçeyan da geriyan, welatiyên ku hişyarî paşîvê bûn, silav dan ekîbê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
