Elif Irmak
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Li Qerejdaxa ku 1919 mêtro bilind e û 45 kîlomêtro dûrî Sîvereka navçeya Rihayê ye berfa ewil a demsalê barî.
Serê Qerejdaxa ku tekane navenda kaşûnê ya Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê lê ye spî xemilî. Berfa ku bi şev dest pê ki bi navber dewam dike.
Hat hînbûn rêya ku diçe Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya ku lê sitûrahiya berfê cî bi cî digihêje 15 santîmêtroyê ji ber berfê hat girtin.
Li navenda bajêr jî bi navber baran dibare.