Elif Irmak
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Meteorolojiyê ji bo 6 bajarên li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û qeşayê da.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêma ku dê hewa parçe ewrawî û cî bi cî jî pir ewrawî derbas bibe tê payîn ku bi şev û sibehê zû cî bi cî mij, cemed û qeşa çêbe.
Li herêma ku dê germahî di asta demsalê da be ba dê ji aliyê bakur va nerm car carna jî nîveqewî bê.
Bi şev germahiya herî kêm di bin sifrê da li Qersê 9, li Erdexanê 6, li Erziromê 5, li Agiriyê 4, li Erzinganê 3 û li Îdirê jî 0 pile hat pîvan.
Di nav rojê da jî tê texmînkirin ku gemrahiya herî zêde li Îdirê 9, li Erzinganê 8, li Erziromê 4, li Qersê 3, li Erdexanê 0 pile be.
Ji ber ku tê payîn ku li herêmê bi şev û sibehê cemed û qeşa çêbe di serî da ajokar ji welatiyan û rayedaran hat xwestin ku baldar û bi tevdîr bin.