Önder Beyter
24 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2020
Li Enqereyê berfa ku serê sibehê dest bi barînê kir, li tevahiya bajêr tesîra xwe nîşan da.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku di çûn û hatinê da pirsgirêk dernekevin, li xetên sereke tedbîr sitandin û her wiha berf paqij kirin û rê xwê kirin.
Ji ber barîna berfa ku nexasim li ciyên bilind bêtir tesîra xwe nîşan da di çûn û hatinê da astengî derketin.
Li gelek ciyên bajêr ji ber ku rê qerimîn, qezayên trafîqê yên bixesar çêbûn.