Önder Beyter
24 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqema zivistanê tesîreke neyênî li jiyanê dike.
Li Erziromê piştî barîna berfê ji ber hişkiyê kolan, kuçe û rêyan cemed girt.
Ekîbên şaredariyê li bajêr rêyan xwê dikin û cemedê paqij dikin.
Li Erdexan û Agiriyê jî ji ber sermayê çem qerimîn.
Li bajarên ku nebatan qiravî girtin, darên ku spîçîl bûn, dîmenên rengîn derxistin holê.
Li Qersê jî ji ber sir û seqemê av û çem qerimîn.
Li bajarê ku dîmenên sipehî yên berhemên dîrokî çêbûn, sitûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyî.